Navenda Nûçeyan |
Meclisa Gel a Kampa Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a Herêma Kurdistanê duh peyamek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şand û ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa koronayê (Covîd-19) alîkarî xwest. Li ser vê bangê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv da û diyar kir ku di çarçoveya derfetên xwe, dê di têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê de piştgiriyê bidin penaberên Mexmûrê.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Em guh didin banga Meclisa Gel a Mexmûrê. Em ê hemû pêwîstiyên tenduristiyê yên di destê me de, ji welatiyên kampa Mexmûrê re bişînin. Ji ber ku ev erkekî mirovî ye ku dikeve ser milê me. Em weke Rêveberiya Xweser amade ne ku alîkariyê bidin hemû herêmên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hene.”
Dorpêça li ser kampê didome
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kampa Mexmûrê ji tîrmeha sala 2019’an ve ji hêla Rêveberiya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ve hatiye dorpêçkirin û ambargoyeke giran li ser heye. Li kampê zêdetirî 12 hezar kes hene û ji hemû derfetên tenduristiyê bêpar hatine hiştin.