Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

MED TUHAD-FED’ê ji bo girtiyan bang kir

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) der barê girtiyên siyasî ku li derveyî înfaza cezayê ya ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) hatin hiştin, daxuyanî da û da zanîn ku li ser girtîgehan rîsekeke mezin heye.

MED TUHAD-FED’ê diyar kir wezareta dadê di pakêta darazê de cihêkarî kiriye. Bi domdarî jî MED TUHAD-FED’ê ev tişt parve kirin: “Li girtîgeha ji ber vîrûsa koronayê tu tevdîr nehatine girtin û ev jî talûkeyeke mezin e. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê di nava xwarinê de lepik derketine û xwarin ne li gorî şertên hijyenê ne. Li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê li dijî vîrûsê tu tevdîr nehatine girtin û alavên paqijiyê nadin girtiyan.”

Di berdewamê de jî MED TUHAD-FED’ê balkişand ser girtîgehên din û ev agahî dan: “Li Girtîgeha Girtî ya Şakranê sabûnê jî nadin girtiyan. Girtiyê bi navê Mûstafa Geylanî ku li Girtîgeha Jimar 2 a Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê dimîne lê ji bo dadgehê niha anîne Girtîgeha Tîpa E’yê, di hucreya yekkesî de tê hiştin û alavên paqijiyê nadinê. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê tevî giliya girtî û hikûmxwaran a kuxik û şewitîna qirikê jî, testa wan nayê kirin, girtîgeh nayê dezenfektekirin. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Êlihê jî girtiyan li dijî newekheviya înfazê, şewat derxistin.”

Bang kir

Herî dawî jî MED TUHAD-FED’ê di serî de wezareta dadê, bang li saziyên têkildar ên dewletê kir ku tevdîrên lezgîn bigirin û pirsgirêkên girtîgehan çareser bikin. MED TUHAD-FED’ê ji malbatên girtiyan û derdorên demokratîk jî xwest ku bihestiyarî tevbigerin û ji bo qanûna înfazê bi rengekî wekhev û adilane pêk bê jî dengê xwe bilind bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar