Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Ruandayê goreke komî hate dîtin: 30 hezar cenaze tê de ne!

Navenda Nûçeyan |

Li Ruandayê goreke mezin a komî ku ji serdema qirkirinê maye, hate dîtin. Li gorî rojnameya The Îndependet a Ingilîzî, rayedarên Ruandayê şopa goreke komî ya mezin dîtin ku tê texmînkirin zêdetirî 30 hezar cenaze tê de hene.

Di rewşa heyî de 50 cenaze hatin derxistin. Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) karê lêgerînê nikare bê meşandin. Gora komî li derdora bendaveke li rojhilatê welêt hatiye dîtin.

Der barê mijarê de Sekreterê Rêveber ê Rêxistina Kesên Ji Qirkirinê Sax Mane Îbûsa Naphtal Ahîshakiye axivî û wiha got: “Zor û zehmetî ew e ku av di newala bendavê de heye. Em hewl didin vê avê ziwa bikin. Ji bo ku em bikarin merasîmekê cenazeyê bikin, a ji destê me tê em dikin.”

Li gorî rayedarên Ruandayê, ev bendav beriya qirkirina di navbera 7’ê nîsanê û 15’ê tîrmeha sala 1994’an de ji bo avdana zeviyên birinc hatiye çêkirin. Ji ber şewba vîrûsa koronayê, karê kolandinê zehmet e. Ruanda di çarçoveya tevdîrên dijî şewbê de merasîmên cenazeyan jî di nav de her şêweyên kombûnê qedexe kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Ruandayê di nava demeke kurt a qirkirinê de ji nifûsa Tûtsî ya welat 700 hezar kes hatibûn qetilkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar