Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 11 Mayıs 2025

Di meha adarê de 15 nûçegihan hatin binçavkirin û 8 jî hatin girtin

Komeleya Nûçegihanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora meha adarê ya binpêkirina mafan a der barê nûçegihanan de aşkera kir.

Di raporê de hate gotin ji dawiya meha sibatê û ji destpêka adarê ve gelek nûçegihan hatine binçavkirin û girtin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku der barê nûçegihanên ku têkildarî endamê MÎT’ê yên ku li Lîbyayê mirîn nûçe çêikrin de lêpirsîn hatiye destpêkirin û xebatkarên Oda TV, rojnameya Yenî Yaşamê û Yenîçagê di vê çarçoveyê de hatine binçavkirin.

DFG’ê bal kişand ser qanûna înfazê û xwest ku hemû girtiyên siyasî û nûçegihan bên berdan. Di raporê de DFG’ê aşkera kir di serdema vîrûsa koronayê de zext û zordarî, destgîrkirin, lêpirsîna li ser nûçegihanan didome, gelek nûçegihan û bikarhênerên medyaya sosyal ji bo ku di parvekirinên xwe de gotine li dijî vîrûsa koronayê zêde tevdîr nayên girtin, hatine binçavkirin.

Bîlançoya meha adarê

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 103 nûçegihan girtî ne. Di adarê de 15 nûçegihan hatin binçavkirin, 8 jê hatin girtin, der barê 12 nûçegihanan de lêpirsîn hatine vekirin, der barê nûçegihanekî doza hatiye vekirn, ceza li 5 caran hatiye birîn, doza 18 nûçegihanan didome, malperek hatiye astengkirin û 1 nûçegihan jî ji kar hatiye avêtin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar