Binpêkirinên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li bajarê Efrînê bênavber didomin. Hêzên dagirker li hêlekê zextên xwe yên li ser gel zêdetir dikin û li hêla din jî welatiyên sivîl direvînin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Efrînê, koma çete ya Firqet 112 ên girêdayî dewleta tirk, bi ser gundê Badîna yê Racoyê de girt û welatiyên bi navên Mûstefa Mihemed Îbîş, Mihemed Xelîl Şaban û Ehmed Arif Îbîş revandin. Çeteyan şêniyên gund ber bi cihekî nediyar ve birin.
Her wiha çavkaniyên ji herêmê destnîşan kir ku çeteyên li baregeha El Xezel a girêdayî Lîwa Mihemed El Fatih a girêdayî dewleta tirk, welatiyên bi navên Kamîran Sibhî Qasimo û Mihemed Ebdo yên ji gundê Birîmece yê Mabatayê jî revandin. Çarenûsa welatiyan nayê zanîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku welatiyên ku tên revandin, li ser daxwaza îstîxbarata dewleta tirk pêk tên. EFRÎN