Navenda Nûçeyan |
Ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku (21) ji 5’ê çileyê ve agahî nayên girtin. Li ser windakirina Doku re 100 roj derbas bûn. Tê gotin ku ji bo dîtina Doku xebateke baş nayê kirin û ji yên heyî jî heta niha encamek derneketiye. Hemû nîşane hevalê Doku, Zaînal Abarakov nîşan didin. Hemû kes dibêje ku Doku bûye qurbanê cînayetê lê ji ber ku bavê Abarakov polîs e, rayedarên dewletê hewl didin bûyerê weke ‘întîhar’ nîşan bidin. Malbata Doku jî bi wezîrê karên hundir, waliyê Dêrsimê, midûrê polîsan ê bajar û dozger re hevdîtin kirin. Di her hevdîtinê de jî rayedarên dewletê Abarakov parastin.
Têkildarî mijarê xwişka Doku, Aygul Doku li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek da û wiha bang kir: “Dema li Gulistanê digeriyan, di bendavê de cenazeyê Esma Kiliçarslan ku 17 roj berê winda bûbû dîtin. Em nizanin bê ka çawa hate dîtin. Kiliçarslan zû hate dîtin lê dibêjin Gulistan di avê de nîne. Ji ber ku aveke bêherke. Ez jî dipirsim, baş e Gulistan li ku ye? Tiştên hatine serê xwişka min zelal in. Baş e çima hêj Zainal Abarakov nayê girtin? Sed roj in hûn li benda çi ne? Ez bang li her kesî dikim. Bang li rayedaran, muxalefetê, yên qala maf û hiqûqê dikin, parêzeran û her kesê ku zarokên wan ên keçik hene dikim. Heke sed rojan ji keça xwe agahî negirin hûn ê çi bikin? Gelo dê we ewqas sebir bikira?”
‘Divê lêpirsîn bi vekirî bê kirin’
Der barê mijarê de Navenda Lêkolînên Dêrsimê jî daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Gulistan Doku zaroka hemû dêrsimiyane. Divê rayedar der barê lêgerîna Doku û lêpirsîna bi rêve dibin de agahiyên zelal bidin. Divê lêpirsîn bi vekirî bê kirin. Em weke dêrsimiyan li gel malbata Doku ne. Em dixwazin ku di lêpirsînê de tiştek veşartî nemîne.”
‘Dixwazin weke ‘întîhar’ nîşan bidin’
Rêvebera EMEP’ê ya Dêrsîmê Serpîl Berk, endama Komîsyona Ji Bo Gulistan Edaletê Dîlar Aras, hevseroka HDP’ê ya Dêrsimê Nûrşat Yeşîl û nûnera Jinên Demokrat a Nû Sevcan Topal jî têkildarî mijarê axivîn. Axaftvanan got ku li şûna ku Abarakov bê lêpirsin, der bare wî de tu lêpirsîn nehatine kirin. Rêveber û endaman destnîşan kir ku terkkirina Abarakov a bajar bûyereke ji rêzê nîne û ev tişt anîn ziman: “Diwazin ku em tenê wisa bifikirin ku Gulistanê întîhar kiriye. Her devera bajar bi kamerayan dagirtî ye. Çawa cihê ku herî dawî Gulistan lê hatiye dîtin kamera xera dibin? An hatiye kuştin, an jî zext lê hatiye kirin ku întîhar bike. Dewletê ji bo ku Gulistan neyê dîtin her tişt kir. Şerekê taybet li Dêrsimê tê meşandin. Di rastiyê de ev bûyer cînayet e û encama vî şerê taybet e.”