Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Parlamentoya Îranê: Li welat 760 hezar kes bi koronayê ketine

Navenda Nûçeyan |

Yek ji welatên herî zêde vîrûsa koronayê (Covîd-19) lê belav bûye jî Îran e. Rayedarên rejîma Îranê her çiqas encamên rastîn veşêrin û hejmara kesên bi şewbê ketin û yên pê mirîn kêm nîşan bidin jî, muxalefeta Îranê bîlançoyeke pir cudatir parve dike. Têkildarî mijarê Parlamentoya Îranê jî raporek amade kir.

Li gorî raporeke ji aliyê ‘Pisporên serbixwe’ yên Navenda Lêkolînê ya Parlamentoya Îranê ve hatiye amadekirin, hejmara mirovên li Îranê bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketine derdora 800 hezar kesî ye û yên ku pê mirin jî ji hejmara ya ku tê gotin du qat zêdetir e.

Di raporê de tê gotin ku ‘Ji bo di navbera protokolê û statîstîkan de ahengî bê çêkirin, divê kapasîteya laboratuaran û hejmara testan bê zêdekirin.’ Di raporê de tê gotin ku heta niha 760 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine û 8 hezar û 500 kes jî pê mirine. Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku eger tevdîrên karantînayê neyê wergirtin, dê zêdetirî 30 hezar kesên din jiyana xwe ji dest bidin.

Ger ku daneyên di raporê rast bin, bi vê hejmarê dewleta Îranê dibe dewleta herî zêde hemwelatiyên wê bi vîrûsê ketine û pê mirine.

Li gorî daneyên fermî jî li Îranê 77 hezar û 995 kes bi vîrûsê ketine ji wan 4 hezar û 869 jî mirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar