Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Bila hemû girtiyên nexweş û siyasî demildest bên berdan’

Bi qanûna înfazê ya nû re bi hezaran girtiyên edlî hatin berdan lê tevî xetereya vîrûsa koronayê (Covîd-19) jî girtiyên siyasî nekarî ji vê qanûnê sûd bigirin. Yek ji van girtiyên siyasî jî Hasan Aşa (55) ye ku niha li Girtîgeha Hejmar 4 a Tîpa T a Amedê tê girtin. Aşa ev 6 sal in di girtîgehê de ye. Li Aşa bi îdiayên ‘Endamê rêxistinê ye’ û ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’, 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatiye birin. Li hêla din Aşa di hêla tenduristiyê de jî nebaşe.

Têkildarî mijarê hevjîna Aşa, Aynûr Aşa (42) axivî û diyar kir ku herî dawî meh û nîvek berê bi hevjînê xwe re axiviye û wiha got. “Ji roja ku hevjînê min ji tîpa D’yê sewqî tîpa T kirin heta niha ez pê re neaxivî me. Çavên wî baş nabînin û hefteyê 3 caran dikeve makîneya diyalîzê. Heke nekeve makîneyê jixwe dê bimre. Her wiha guhên wî jî baş nabihîzin. Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da hevjînê min.”

Aşa her wiha bertek nîşanî qanûna înfazê da û wiha bi dawî kir: “Di serî de girtiyên nexweş, divê hemû girtiyên siyasî di zûtirin dem de bên berdan. Dema carnan diçin nexweşxaneyê em rastî girtiyên nexweş tên. Em dibînin bê ka rewşa wan çawa ye. Mirov tehemûl nake. Divê girtiyên nexweş bên berdan.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar