Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Girtiyê ku krîza dil derbas kir û beşekî mejiyê wî felc e nayê berdan

Girtiyê nexweş Sabrî Kaya li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê tê girtin. Kaya di 42 rojan de 14 caran rakirin nexweşxaneyê. Kaya ku di 25’ê adarê de krîza dil derbas kir û dûre xwîn çû ser mejiyê wî, 3 caran rakirin beşa venêrtina zêde. Di hera carê de bijîşkan ji bo Kaya got; ‘Rewşa wî baş bûye’ û li girtîgehê hate veguhestin.

Kaya ku qeyrana dil derbas kiriye, parekî mejiyê wî jî felc bûye. Têkildarî mijarê keça Kaya, Dîlan Kaya axivî û xwest ku Hekîmtiya Înfazê ya Osmaniyeyê di zûtirin dem de ji bo bavê wê biryara berdanê bidin.

Bi domdarî jî Kaya anî ziman ku niha bavê wê li revira Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê dimîne û hişê wî li serê wî nîne. Kaya got ku ji ber vê sedemê bavê wê nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û ji bavê wê re hevalên wî dibin alîkar.

Di berdewamê de jî Kaya destnîşan kir ku ji ber talûkeya vîrûsa koronayê (Covîd-19) bavê wê li nexweşxaneyê nayê razandin û her gavekê li ser hişê xwe diçe. Kaya herî dawî jî xwest ku bavê wê berdan. OSMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar