Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd komîteyek ava kir

Li rojavayê Kurdistanê duh bi armanca yekkirina refa kurdî, bi tevlêbûna 25 partî û tevgerên siyasî yên kurd Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd hate avakirin. Yek ji van partiyan jî Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê ye. Têkildarî mijarê hevserokê partiyê Telal Mihemed ji ANHA’yê re axivî.

Mihemed diyar kir ku Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ji bo ku helwest û xîtaba kurdan li Rojava û Sûriyeyê bibe yek, înîsiyatîfek dest pê kir û wiha got: “Piştî wê înîsiyatîfê gelek hevdîtin di navbera hêz û partiyên kurdî de çêbûn. Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd dê ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî bi partî, hêz û rêxistinên li herêmê re têkiliyan deyne.”

Mihemed herî dawî jî wiha got: “Armanca vê qonaxê ya esasî yekkirina ref û xîtaba kurdî ye. Me komîteyeke ji 7 kesan pêk tê ava kir û erka wê jî ew e ku bi navê 25 partiyan peywendiyê bi hemû partî û rêxistinan re deyne. Di hemû civîn û çalakiyên ji bo pêkanîna yekitiya niştimanî de dê nûnertiyan her 25 partiyan bike. Em ê bêyî ferq û cudahî bi hemû partiyan re têkiliyan deynin.”

Tê payîn ku komîte dê di rojên pêş de dest bi karê xwe bike. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar