Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Efrîn, Til Temir û Zirgan dişewite

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk û çeteyên wê bi awayeke bi pergalî xêr û bera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişewitînin. Di vê çarçoveyê de ji Efrînê heta Serêkaniyê, Til Temir, Girê Spî û hwd. li her deverê agir ber didin berhemên çandiniyê û daristanan.

Li gorî agahiyên ji Efrînê, hêzên dagirker li Cindirês a Efrînê agir berdan daristanên navçeyê. Çavkaniyan da zanîn ku koma çete ya bi navê Feyleq El Rihman ku girêdayî dewleta tirk e, îro daristanên gundê Tetara yê Cindirêsê şewitandin. Komên çeteyan nehiştin ku welatî şewatê vemirînin. Şewata li herêmê her ku diçe berfirehtir dibe.

Her wiha komên çete û artêşa tirk agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên Dawudiyê, Cemîliyê û Ezîziyên yên navçeya Til Temir a Hesekê xistin. Şewata li herêmê her ku diçe berfireht dibe û hêzên dagirker êrîşî welatiyan dikin.

Koma çete ya bi navê ‘Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê’ di heman demê agir berda malên sivîlên li gundên Reyhaniyê û Qasimiyê yên Til Temirê. Hat zanîn ku çeteyan bi îdiaya ‘Ev herêmeke leşkerî ya Tirkiyeyê ye’ sivîl ji gund derxistin û mal û milkên wan jî talan kirin. Çend roj berê jî komên çeteyan û artêşa tirk malên sivîlên li gundên Til Menax û Um Şiêfa yên Zirganê şewitandibûn. Her wiha hêzên dagirker ev hefteyeke zeviyên gundewarên Til Temir û Zirganê dişewitînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar