Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

‘Em kurd bi yekitiya xwe dikarin faşîzma dewleta tirk têk bibin’

Êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê bênavber didomin. Ji ber van êrîşan gelek sivîl heta niha hatine qetilkirin û ziyanên mezin gihiştine mal û milkê gelê herêmê. Li gel van êrîşan û komkujiyan jî hikûmeta Başûr xwe li bêdengiyê datîne. Têkildarî mijarê welatiyên Silêmaniyê ji Rojnewsê re axivîn.

Der barê mijarê de aktîvîsta jin Jîno Reşîd diyar kir ku hizbên desthilatdar ên Başûr, sedema bingehîn a belavbûna sîxûriya dewleta tirk a di nava xelkê de ye û wiha got: “Ji ber ku xelk birçî hiştiye. Dijmin jî vê derfetê bi kar tîne. Welatiyên birçî dikişînin cem xwe û bi pereyan sîxûrtiyê pê didin kirin. Dikevine xizmeta dijmin û şoreşgerên me şehîd dikin. Banga min ji bo hikûmetê jî ew e ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne. Ev rewş, erêkirina dagirkeriyê ye. Êdî rê nedin êrîş û dagirkeriya dewlet tirk.”

‘Kesên xwefiroş dîrok qirêjî kirine’

Çalakvana sivîl Saz Ebdullah jî destnîşan kir ku heke di nava gel de xwefiroşî nebe, dijmin tu caran nekariye li hemberî kurdan biser bikeve û wiha pê de çû: “Kesên xwefiroş û qirêj dîrok qirêj kirine. Ji bo hinek destkeftî û berjewendiyan gelê xwe difiroşin. Parastina sînor erka hikûmetê ye. Lê ev desthilat, têkoşîna li dijî dagirkeriyê û mijarên neteweyî dike qurbanê pirsgirêkên navxweyî. Hizb, şexs û binemal jî ji bo berjewendiyên xwe li dijî dagirkeriyê bêdeng dimînin.”

‘Tu hêviyên min ji hikûmeta Başûr nîn in’

Têkildarî mijarê mamoste û çavdêrê siyasî Îbrahîm Mihemed jî ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk a faşîst bi hovane êrîşî welatparêzên kurd dike. Ev jî binpêkirina hemû pîvanên exlaqî û siyasî ye. Dewleta tirk hemû xaka Kurdistanê milkê xwe dibîne. Em li dijî vê siyaseta çetegerî ne. Hêviya min ew e ku gel jî bi yek dengî li dijî derkeve. Tu hêviyên min ji hikûmeta Başûr nînin. Xwe teslîmî welatên dagirker kirine. Divê gelê me yê welatparêz û civaka kurd li dijî vê siyasetê derkeve. Em dikarin faşîzma dewleta tirk tune bikin. Ev jî bi yekitiyê pêkan e. Bi cezakirina xiyanetkar û sîxûrên navxweyî pêkan e. Hizb û hêzên siyasî divê vê bikin û li dijî gel durist bin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar