Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Keleha Rabatê hatiye talan û wêrankirin

Li navçeya Dêrik a Merdînê Keleha Rabatê ji ber nayê parastin, hem ji ber Santrala Enerjiyê ya Ba (RES) û hem jî ji ber xizînegeran hema hema bi temamî hatiye talan û wêrankirin.

Tê gotin ku keleh ji serdema romayiyan ji roja me re maye. Keleha dîrokî ku şahidiya diroka gelek şaristaniyan kiriye, niha tenê çend bermahî jê mane û bi wêraniya xwe li naverastê ye. Dema mirov wêneyên kelehê yên berê û yên îro dide ber hev, dibîne bê ka hilweşînekî çawa di keleha dîrokî de çê bûye. Li keleha ku dêr, qesr û gelek warên dîrokî lê heye, gelemperiya wan rûxiyane. Heta niha jî kevirên kelehê tên dizîn û dîwar tên hilweşandin.

Li gel ku keleh di lîsteya Parastinê ya Hebûnên Çanda Di Bin Parastinê de ne jî nayê parastin. Fîgurê roj, hîv, şêr û gelek remzên din temsîl dike yek bi yek ji cihê wê tên derxistin. Talan û wêraniya li ser kelehê bi taybet jî di nava van 2 salên dawî de zêde bûye.

Welatiyên herêmê jî bertek nîşanî talan û wêrankirina kelehê dan û xwestin ku keleh bêparastin û bê restorekirin.

Çavkanî: Ahmet Kanbal/ MÊRDÎN – MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar