Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...
Pazartesi - 3 Mart 2025

Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Gerîlayê HPG’ê Hîva Yuksekbag li Amedê hat bibîranîn

Gerîlayé HPG’é Hîva Yuksekbag (Zinar Azad) ê bi 3 hevalên xwe re di 7’ê Hezîrana 2018’an de li Amedê şehîd bû, duh li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat bibîranîn. Di merasîmê de dayika wî Guler Yuksekbag û gelek xizmên wan amade bûn. Di dema bîranînê de kêliyên hêstewar derketin holé.

Dayik Guler Yuksekbag di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew tu carî kurê xwe ji  bîr nekiriye û dê her tim bi bîr bîne.

Dayik Yuksekbag behsa zarokatiya Şehîd Hîva kir û da zanîn ku Hîva hêj di zarokatiya xwe de pir zarokekî jêhatî bûye û ev tişt anî ziman: “Hîva di sala 1991’î de hat dinê. Bi rastî jî kesayetek zana û bi hêz bû. Her dem di dilê wî de hesretek hebû, ew hesreta wî ya ji bo bavê wî bû. Bavê wî 27 sal e di girtîgehê de ye û berî ku biçe dixwest bavê xwe bibîne, hesreta di dilê wî de dîtina bavê wî bû. Piştî çû 3 sal şûnde şehîd ket. Min wî ji bîr nekiriye kî ez wî bi bîr bînin. Ew her dem di dil, mêjî û bîra min de ye û bejna xwe li ber bîranîna wî û hemû hevalên wî ditewînim.”

Li ser heqîqetê dimeşe

Şehîd Hîva ku di malbatek welatparêz de mezin dibe, ew jî wek bi hezaran ciwanên Kurdistanê dilê wî her dem bî giyana şehîdan ve girêdayî ye, navê Zinar ku ji xalê xwe Zinar digire, li ser rêya heqîqetê dimeşe û dibe şopdarê doza xalê xwe û meta xwe Nuran. Berî ku biçe, li ser şehîdên Kurdistanê helbestekî dinivîse û wekî stranekî tîne zîman.

Helbesta Şehîd Hîva ya ku bi gotinên “Ez vê stranê di serî de diyarê xalê xwe Şehîd Zinar, hemû hevalên wî yên bi pê re şehîd ketîne û hemû şehîdên Kurdistanê dikim, dibêm şehîd namirin” dest pê dike wiha didome:

Wek tîrêja rojê şax da ser çiyan

Bi ciwanî hilda wan çekê giran

Te sond xwar bi xwîna şehîdan

Tu yê hildî tola hêsrê dayikan

Dil wek zinarek be wê bibe volkan

Dil wek zinarek be wê bibe çiya

Dil wek zinarek be wê bibe azad

Dil wek zinarek be wê bibe şehîd

Tu yî lewkê Rustem xwediyê gurzê giran

Tu yî rêhevalê Mazlum û Egîdan

Tu bûyî gulek û vekir ji bo Kurdistan

Tu ked kewanê şehîd û nemiran…

Malbata Yuksekbag jî wekî gelek malbatên Kurdistanê li dijî faşîzma dewleta tirk berxwedaneke mezin dane û di têkoşîna 40 salan de gelek şehîd dane. Di serîde bavê Şehîd Hîva, Abdurrakîp Yuksekbag, 4 birayên wî û hin xizmên wî demeke dirêj e di girtîgehê de ne. Berî ku bav Yuksekbag di sala 1993’yan de bê girtin, Şehîd Hîva hêj 2 salî ye û 3 zarokên malbatê ji hêla dayik Guler ve bi kedek mezin tên mezinkirin. Her sê zarokên malbatê jî wekî kurap û qîzapên xwe yên din, her dem çavên wan li rêya bavên wan dimîne.

Piştî Hîva di sala 2018’an de şehîd dikeve, bav Abdurrakîp Yuksekbag di sala 2019’an de li girtîgehê li ser kurê xwe Hîva helbestekî dinivîse. Helbesta ku bi ser navé “Bêyî  te dil ne dil e” wiha dewam dike:

Bêyî te dil ne dil e

Nûra çavên min çû min têr nedî

Delalê hemû delalan çû û min têr nedî

Şahiya dilê min çû û min têr nedî

Axîn ji kezeba min çû û dîsa min têr nedî

 

Ez bêkes û dil şikestî mam piştî çûna wî

Bê ruh û tazî mam piştî çûna wî

Dil êş û dil dax mam piştî çûna wî

Xençer li kezebê bûne yar piştî çûna wî

 

Min pir dixwest lê min têr nedî kenê wî

Min pir dixwest lê mehrûm mam ji nêrînên wî

Ez feqîr û belengaz mam bêy dengê wî

Ez muhacir mam bêy dîtina wî

 

Pîştî çûna wî min ne dîn ma ne îman

Mi ne roj ma ji tav bûm éş û jan

Mi ne xew ma ji desté zebaniyan

û mi ne ken ma li ser lévan

 

Piştî çûna te min ne gul ma ez bêhn bikim

Min ne sebir ma ez fêm bikim

Min ne çav ma ez mêze bikim

Gelo bêy te birzoyê xwe ez ê çi bikim

 

Ez ê çi bêhn bikim piştî bêhna te

Ez ê bi çi şa bibim piştî kenê te

Ez ê ji çi hes bikim piştî delaliya te

Ez ê ji çi dil germ bibim piştî dilgermiya te

 

Hêvî û sebra min bûyî tu

Kenî û rubarê dilê min bûyî tu

Xweşmêr û egîdê min bûyî tu

Hawar û gaziya jiyana min bûyî tu

 

Tu bûyî qendîl û ronahiya giyana min

Kerbelaye bêy te hemû demên min

Qiyam û dojeh e bêy te jiyana min

Te çima min hişt û tu çûyî delalê min

 

Bêy te çok li min şikiyan lo

Bêy te çav li min rijiyan lo

Bêy te dilê min tev bû agir diherike lo

Bêy te xwînî û kezeb kul mam lo

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar