Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Nisêbîn û Pirsûsê 9 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan |

Zext û zordariyên dewleta tirk a li dijî gelê kurd berdewam e. Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsên dewleta tirk îro li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser gelek malan de girt.

Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan a li Nisêbînê de welatiyên bi navên Şoreş Saltikalp, Engît Aykut, Mehmet Emîn Nergîz û Namet Dogan û kesekî ku navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan jî weke ‘Di dema qedexeya derketina derve ya di sala 2015-2016’an de tev li çalakiyan bûne’ hate nîşandan.

Der barê dosyaya binçavkiriyan de biryara nepeniyê hate dayîn. Hevdîtina binçavkiriyan a bi parêzerên wan re jî heta 24 saetan hate qedexekirin.

Her wiha li navçeya Pirsûs a Rihayê jî di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navên Maslum Asaf Çevîk, Osman Ozlu û 2 kesên navên wan nehatine hînbûn hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ev kes li ser îxbara kesekî hatine binçavkirin.

Welatiyên bi navên Mehmet Tavas û hevjîna wî Kiymet Tavas jî bi heman îdiayê hatibûn binçavkirin.  Her 6 welatiyên hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê tên ragirtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar