Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Em ê heta dawiyê çanda kurdan biparêzin’

Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê û Yekitiya Ciwanên Rojava di 10’ê hezîranê de konê çalakiyê li Gulistana Kawa ya taxa Miftî ya Hesekê veda. Konê çalakiyê bi berhemên dîrokî û amûrên mûzîkê hate xemilandin. Her wiha stranên gelerî yên kurdî ji aliyê Koma Şoreş a Til Temir ve hate pêşkêşkirin.

Kongreya Star a Kantona Hesekê serdana konê çalakiyê kir û daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endama Komîteya Qada Civakî ya Kantona Hesekê Nîda Mihemed ve hate xwendin.

Mihemed diyar kir ku pergalên desthilatdar bi hemû rêbazên xwe êrîşî ser çand, ziman û dîroka kurdan dikin û wiha domand: “Dema ku mirov bixwaze neteweyekî bihelîne êrîşî  çand û hunera wê neteweyê dike. Peyama vedana konê çalakiyê ji hemû hêzên desthildar re ew e ku çiqas êrîş bikin jî em ê heta dawiyê parastina çand û hebûna xwe bikin. Kesên ku ciwanê kurd Bariş Çakan ji ber guhdarkirina stranên kurdî kuştin, ew ê nikaribin çand û hunera kurdî tune bikin. Em ê li dijî vê zihniyetê liber xwe bidin.”

Konê çalakiyê bi stranên gelêrî yên kurdî dewam dike. Her wiha dê di roja şemiyê de meclis û gelê bajarê Til Temirê serdana kon bikin û tev li çalakiyê bibin.

Li gorî agahiyan dê konê çalakiyê heta 14’ê hezîranê dewam bike. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar