Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li Cizîrê 200 avahî xistin karantînayê

Şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) li bakurê Kurdistanê her ku diçe bêhtir belav dibe. Bi taybet jî piştî pêvajoya ‘asayîbûnê’, welatiyan gelek tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewbê paşguh kirin û rayedarên dewletê jî bêberpirsyarî tevgeriyan. Vê jî kir ku şewb hîn bêhtir belav bibe. Yek ji van herêman jî Cizîr a Şirnexê ye. Heya niha li bajêr 8 kes ji ber şewbê mirine û rewşa heyî kiriye ku gelemperiya esnafan kargehên xwe bigirin.

Li bajêr heta niha li 10 taxan herî kêm 200 avahî xistine karantînayê. Li gorî agahiyên ku keyayên taxa dane, li taxa Alî Bey 8 avahî, li taxa Kaleyê 4 avahî, li taxa Konakê 12 avahî, li taxa Cûdî 43 avahî, li taxa Dagkapiyê 30 avahî, li taxa Sûrê 23 avahî, li taxa Nûrê 20 avahî, li taxa Yafesê 12 avahî, li taxa Şahê 6 avahî û li taxa Dîcleyê jî 38 avahî hatine karantînakirin. Her wiha li gelek gundan jî welatî bi şewbê ketine.

Hejmara kesên bi şewbê ketin zêde dibe û rayedarên dewletê jî bi xemsarî nêz dibin. Şaredariya Cizîrê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, kar û barên dezenfektekirinê hema hema qet nake. Xwediyên avahiyên ku hatine karantînakirin da zanîn ku ji bilî ‘Ev avahî di karantînayê de ye’, tiştek nehatiye kirin.

Her wiha welatiyên ku di avahiyên hatine karantînakirin de dimînin jî diyar kirin ku ji bo alîkariyê ji şaredariyê re telefon kirine lê belê şaredariyê wiha bersiv daye: “Peymana me ya 3 mehan qediyaye. Em dezenfekte nakin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar