Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 15 Haziran 2025

‘Bi pêşengiya gerîla em ê li dijî faşîstan bi ser bikevin’

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Komîteyên Başûr a Encûmên Civaka Niştimanî ya Kurdî li Derveyî Welat (KCDK-E Başûr) têkildarî êrîşên dewletên tirk û Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê hate kirin û hate destnîşankirin ku li nava bajar û gundan jî nerazîbûn, serhildan û berxwedan heye.

Koordînasyonê diyar kir ku vê yekê bandoreke mezin li rewşa derûnî ya dewleta tirk kiriye, ew xistiye nava rewşeke aloz û wiha got: “Li hemberî van şikestinên mezin dewleta tirk bi rengekî hovane êrîşî deverên Behdînan û bajarokê Şêladizê kir. Bi hêza leşkerî û balafiran ev dever bombebaran kir. Di encamê de 6 sivîl jiyana xwe ji dest dan.”

KCDK-E Başûr xemgîniya xwe ya ji ber vê yekê parve kir û destnîşan kir ku ev yek di heman demê de cihê şerm û şermezariyê ye ji bo serokatiya herêmê bi taybetî jî PDK’ê.

Di daxuyaniyê de berxwedana gelê kurd a li qadan a li dijî van êrişan hate bibîrxistin û wiha hate gotin: “Ya ku li herêmê diqewime destnîşankirina hebûn û tunebûna me ye; gelo em ê weke kole bênasname bijîn an jî bibin kurdekî azad ê xwedî nasnameya xwe. Ev rastiya vî şerî ye ku ji aliyê dewleta faşîst a Tirkiyeyê ve hatiye destpêkirin û şer dewam dike.”

Her wiha KCDK-E’yê bang li gel kir ku xeteriya vê rewşê bibînin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dema nakokiyan êdî qediya ye. Bêdengiya li hemberî vê dagirkeriyê xetereke cidî ye. Pêdivî heye ku em çalakiyên xwe bi wijdan, mîna şoreşgeran bi rê ve bibin ku çalakî û meşên xwe li dijî dewletên faşîst ên tirk û Îranê bidomînin. Em bi hev re li dijî dewleta tirk a faşîst kolanan bi coş, bi hêrs dagirin û bi ruhekî berxwedêr û şoreşgerî hefteya hêrsê dewam bikin. Em bi xwe û gelê azad ê Kurdistanê bawer in ku bi alîkariya gelê me yê şoreşger û bi pêşengiya gerîlayên azadiyê em ê li dijî faşîstan bi ser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar