Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Rojava 6 sîxurên MÎT’ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî şopandina teknîkî û fîzîkî ya demekî dirêj û di encamên agahiyên îstixbaratî de, 6 kesên di tora sîxuriyê ya MÎT’ê de cih digirtin, binçav kirin.

Hat zanîn ku endamên MÎT’ê yên di encama operasyonên li bajarên cuda de hatine binçavkirin, ji bo cihê fermandarên HSD’ê tespît bikin, koordînatên navendên ewlehiyê derxin, xebatên sîxuriyê û bi taybet jî di nava ciwanan de xebatên madeyên hişbirê û fihuşê bidin meşandin, ji herêmê re hatine şandin.

Lêpirsîna endamên MÎT’ê yên bi navên Canê, Şîlan Elî Ehmed, Eymen Bedredîn Ehmed, Elî  Necîp Omer, Hesen Abdulhemîd Mûrad û  Mihad Hadî Hiso berdewam e. Hêzên ewlekariyê di operasyonên di demên cuda de li herêm û bajarên cuda gelek kesên ji bo MÎT’ê dixebitiyan girtibûn. Hêjayî gotinê ye ku li gel polîtîkaya dagirkerî, qirkirin, guhertina demografyayê û pişaftinê, dewleta tirk di demên dawî de jî li herêmê giranî daye ser xebatên sîxûrkirinê.

Tê texmînkirin komkujiya ku dewleta tirk a di 23’yê hezîranê ya li gundê Helincê yê Kobanê jî di encama koordînatên sîxûran de çêbû. Di êrîşa bombeyî ya di 24’ê hezîranê ya li Minbicê jî tiliya MÎT’ê tê de bû. Di 17’ê çileya 2020’an de jî Meclisa Leşkerî ya Minbicê 7 kes sîxûrên ku ji bo karên sîxurkirinê, sûîqest û êrîşên bombeyî hatibûn erkdarkirin, girtibûn. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar