Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan hat bibîranîn

Parlamenterê DEP’ê yê berê Orhan Dogan di 29’ê hezîrana sala 2007’an de di Mihrîcana Şaredariya Bazîdê ya Agiriyê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Bi boneya 14’emîn salvegera wefata Dogan, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi tevlêbûna rêveberên HDP’ê û malbata wî li ser gora wî merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Di merasîma bîranînê de hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz axivî û Dogan bi bîr anî. Denîz di berdewamê de jî wiha got: “Em ê heta dawiyê têkoşîna Orhan Dogan bidomînin. Dema ku cenazeyê Orhan Dogan anîn Cizîrê ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin. Ji wê rojê heta roja me, em li pey têkoşîna Orhan Dogan dimeşin. Orhan Dogan wekî kevokê aştiyê û fîlozofê kurd tê binavkirin. Em ji hemû gelê kurd û Kurdîstanê sersaxiyê dixwazin.”

Piştî axaftinan jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Dogan û merasîm bi dawî bû. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar