Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 6’ê tîrmehê saet di 16.20’an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li Girê Şehîd Adar li dijî artêşa tirk çalakiyeke suîqestê kir û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Bi domdarî jî HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan ên YJA Starê di 5’ê tîrmehê saet di 07.30’an di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, li qada Çarçella ya herêma Zagrosê çalakiyeke sûîqestê kirin û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. HPG’ê da zanîn ku di çarçoveya heman pêngavê de hêzên wan di 6’ê tîrmehê saet di 15:00’an de li leşkerên ser Girê Xeregol ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistine. HPG’ê daxuyand ku di çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên artêşa tirk hatine xistin lê hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehatiye tespîtkirin.
Çalakiya li Elbakê
Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Hêzên me di 6’ê tîrmehê saet di 21:00’an di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li navçeya Elbakê ya Wanê li dijî qereqola Xelkavayê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin ên li nava qereqolê hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.” BEHDÎNAN