Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cuma - 21 Şubat 2025

23 jin 2 roj in di binçavan de ne

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de derbarê 33 kesan de biryara girtinê hat derxistin. Ji van 33 kesan 23 jin duh hatibûn binçavkirin. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNewsê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Hayriye Turkekul Demîr a 70 salî jî di nav de 23 jin bi hinceta beşdarî çalakî û şahiyan bûne û beyanên şahidan li ser wan hene hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku biryara nepeniyê danîne ser dosyeyên van 23 kesan û du roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Ji ber vê biryara nepeniyê ya li ser dosyeyan jî agahiyên derbarê lêpirsînê de nedan parêzeran.

Navê jinên ku hatine binçavkirin wiha ne;

Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora JinNewsê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Hayriye Turkekul a 70 salî, Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Elîf Haran, endama Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan  (TUAY-DER) Rabîa Ataş, endamên Meclisa Şaredariya Rezan Panayir Çelîk û Halîme Bayram, endamên Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê Gulşen Guneş û Ronda Bat, Hevseroka HDP’ê ya Yenîşehîrê ya berê Demet Ozkaran, rêvebera Sendîkaya SES’ê Rozerîn Çatak, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Peyasê Besîle Narîn, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sûrê Hatûn Yildiz, rêveberên berê yên Sendîkaya Kedkarên Buroyê Dîlan Yakût û Guneş Ozel, aktîvîstên TJA’yê Zekiye Guler, Fîgen Ektî, Emîne Kaya, Zeynep Suncak, Selma Metîn, Rûken Şehîr, Hasret Alp, Şukran Tamîr. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar