Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

‘An zindî yan jî mirî em Gulistanê dixwazin’

Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ji 5’ê çileyê ve agahî jê nayê girtin. Di çarçoveya xebatên lêgerînê de li bendavê lêgerîn dihat kirin lê di 6’ê tîrmehê de bi dawî bibû. Li ser bertekên rayagiştî û malbata Dokû û hevdîtina malbatê ya bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re hat îfadekirin ku dê bendav bê valakirin. Tahliyeya bendavê hat destpêkirin û ji hemû bajarên Tirkiyeyê jinan ji bo Dokû bang kirin.

Jinên endamên Partiya Kedê ya Edeneyê (EMEP) banga dîtina Gulistan Dokû dubare kirin.

‘Bersiva ji bo dayikê bê dayîn çi ye?

Gulsum Mansur diyar kir ku ew li welatekî wisa dijîn ku ew windayên xwe nabînin, nikarin xwedî li zarokên xwe derkevin û wiha got: “Berpirsê nedîtina Gulîstanê rayedar in. Dêrsim her derê wê kameraye. Nedîtina jinekê jî baweriyê nade. Em ji rayedaran dipirsin. Gelo hûn naxwazin Gulistan Dokû bê dîtin? Hûn ji kê vedişêrin? Em îro li hemû windayên xwe digerin. Bi mehan e ev jin nayê dîtin. Her cih jî bi kamerayan hatiye dorpêçkirin. Bendav çima çend mehan berî nehat valakirin.”

‘Em Gulistanê dixwazin’

Emîne Arguç bertek nîşanê xebatên bidawîkirina lêgerînan da û ev tişt anî ziman: “Divê bi lêpirsînek xurt sûcdar derkevin pêşberî darazê. Em li her derê çalakiyan rêxistin dikin û ji bo dîtina Gulistanê hewl didin. Sedema nedîtina Gulistanê hevalê wê yê berê yê mêr û kesên alîkarî didin vî şexsî ne. Em dixwazin ev derkevin pêşberî darazê. Em zindî yan mirî Gulistanê dixwazin. Em dixwazin Gulistan bidin hembêza dayika wê. Ji ber ku dayika wê 206 roj e rondikan dibarîne.”

Huriye Kîlîs jî destnîşan kir ku cihê Gulistan tê zanîn, kujer tên zanîn lê tên parastin û wiha got: “Divê bendav bi giştî bê valakirin û Gulistan teslîmê dayika wê bê kirin. Li vî welatî bi sedan dayik li hestiyên zarokên xwe digerin. Dayika Gulistanê jî heman hestan dijî. Çi dibe bila bibe em dixwazin demildest bê dîtin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar