Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG: Artêşa tirk bi zanabûn li artêşa Iraqê da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta tirk a dagirker bi zanabûn artêşa Iraqê kiriye hedef.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî da: “11’ê tebaxê hêzên hikûmeta Iraqê û li gel hêzên me yên li herêmê li ser êrîşên dewleta TC’ê ya li herêmê û ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtinek pêk anîn. Piştî vê civînê hema bi şûnde artêşa TC’ê devera hevdîtinê bombe kir. Tevî ku ala fermî ya Iraqê li ser wesayîtê jî hebûn dewleta TC’ê ev wesayît bi zanabûn kir hedef. Di vê êrîşê de hem ji artêşa Iraqê û hem jî rayedar şehîd bûne.

Dewleta tirk a faşîst bi elçaqî artêşa Iraqê kir hedef, ev pir vekirî kir. Dewleta TC’ê li ser navê diyalog û çareseriyê tiştekî qebûl nake, wesayîtên ala fermî ya Iraqê li ser bi hovane êrîş bir ser. Di rewşekî mimkûn de ku hemû pirsgirêk bi diyalog û çareseriyê bibe, ev êrîşa dewleta TC a faşîst bûyerek kiriye. Dîsa li ser navê hikûmeta xwecihî ji bo rewanîşandana qetlîamên dewleta tirk û ew parastin, dîsa daxuyaniyên ku sedemê êrîşê bi me ve girêdayî hatin dayîn, ev ne rast in û ev jî tê wateya hemû gefên li ser gelên herêmê bide nixumandin û piştguhkirine. Divê ji cûre daxuyaniyên ku dewleta TC diparêze xwe dûr bê xistin.

Di serî de ji malbata Muhemed Reşîd Silêman û Zubeyr Halî Taceddîn ên jiyana xwe ji dest dane û hemû gelê kurd û ereb û dewleta Iraqê sersaxiyê diwazin, ji ber şehadetên çêbûne, dilgiraniya xwe parve dikin.

Dewleta TC a qirker bi xeyalên Osmaniyan ketine ser rê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên pêş xistine, dîsa li dijî hişmendiya faşîst divê gelên kurd û ereb hevpar têkoşînê bike, carekî der ket ku ev rejîma faşîst ji bo hemû gelan xeteriya xwe nîşan da.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar