Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Di meha tîrmehê de 7 zarok 164 karker bûn qurbana kar

Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora cînayetên kar a meha tîrmehê parve kir. ÎSÎGM’ê di raporê de diyar kir ku di tîrmehê de herî kêm 7 jê zarok 164 karker bûn qurbana cînayetên kar û herî zêde karkerên çandiniyê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Meclisê anî ziman ku di kargeriyên kimya, metal, madenvanî, enerjî, şaredarî/Karên Giştî, zexîre, tenduristî, ewlehî, tekstil û karên buron de karkeran jiyana xwe ji dest dane. Meclisê ji bo kesên li Beyrûd a Lubnanê di teqînê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û wiha got: “Li welatê me jî nêzî 180 kendav/Bender (Liman) hene. Meclisê da zanîn ku li Kendava Îskenderun, Alîaga, Avcilar/Ambarli, Ceyhan, Mêrsîn û Tuzlayê rewş xerab e.

Meclisê bal kişand ser karkerên Dardanel û Vestelê anî ziman ku di şertên vîrûsê de karker bê ewle kar dikin û wiha cih da raporê: “Piştî rexneyên Li Midûrê Giştî yê Amûrên Spî yên li Vestelê Erdal Haspolat hatin kirin diyar kir ku li kargeriya Manîsayê 2 karker ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dane û 380 karker jî bi vîrûsa corona ketine. Ji karkerên Vestelê herî kêm 5 hevalên me bi şewba Covid-19 mirin. Em dipirsin Vestel hilberîna ewle ya TSE çawa dike? An jî ev belge tenê ji bo parastina şîrketê ne? Di meha tîrmehê de 164 karker mirin. Di 7 mehên ewil ên 2020’an de herî kêm hezar û 98 karker bûn qurbana kar. Ji karkerên mirin jê 3 karkerên jin, 161 karkerên mêr, 7 karker zarok mirin. Di nava karkerên temenê wan 51 salî de 43 karkerên kedkar hene. Ji koçberan 5 jê sûriyeyî û yek afgan e.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar