Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

Li cihê darbe lê hat ragihandin bang kirin

Navenda Nûçeyan |

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di salvegera 40’emîn a darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê de li cihê ku darbe lê hat ragihandin li ber avahiya Radyoya TRT’ê ya li Taksîsê daxuyanî da çapemeniyê. Mafnas beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta ‘Di 40’emîn salvegera 12’yê Îlonê de ne darbe ne jî dîktatorî’ vekirin.

Seroka ÎHD’ê Gulseren Yolerî diyar kir ku darbeya 12’yê Îlonê didome û her ku diçe rejîma heyî ji rejîma 12’yê Îlonê dibihûre û otorîter dibe.

Yolerî bangî îktîdarê kir û xwest ji bo pêşîlêgirtina darbeyan divê Qanûnek Bingehîn a ku demokratîkbûnê û azadiyan esas digire were çêkirin û got ku ew bang li AKP’ê dikin ku bila aşkera bikin ew li dijî 12’yê Îlonê û darbeyan in.

TTB: 40 sal e neqediyaye

Konseya Navenda Odeya BijîşkênTirk (TTB) jî bi wesîleya salvegera darbeye daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku 40 sal in welat bi şewbê tê birêvebirin û 40 sal in ev şewb neqediyaye. TTB’ê anî ziman ku nayê wê wateyê ku îktîdar neyên guhertin û ew wek TTB’ê çawa duh li dijî 12’yê Îlonê û darbeyan bûn dê ji niha şûn ve jî li dijî 12’yê Îlonê û ferasete wê bin.

DBP: Kirinên îro dewama faşîzma 12’yê Îlonê ye

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî bi minasebeta salvegera darbeya leşkerî daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku darbeya 12’yê Îlonê li dijî nirxên mirovahiyê pêk hat û li awayê jiyana nû ya mirovahiyê hatiye ferzkirin. DBP’ê diyar kir ku di armanca darbeya 12’yê Îlonê de ewilî kurd û muxalîf hebû û bi darbeyê hat xwestin nasnameya kurdbûnê ji holê were rakirin.

DBP’ê destnîşan kir ku serdema û kiryarên 12’yê Îlonê îro jî di dewrê de ne û ji wê rojê ve dest ji van polîtîkayan nehatiye berdan û got ku tiştên îro bi serê civakê ve tên encama faşîzma 12’yê Îlonê ye.

DÎSK: Darbe li dijî qada kedê pêk hat

Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi wesîleya salvegera darbeyê li ber Îskeleya navçeya Kadikoya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û rêveber û karker beşdarî daxuyaniyê bûn. Çerkezoglû daxuyanî da û darbeyê şermezar kir.

Çerkezoglû diyar kir ku ew li dijî darbeya ku li ser qada ked û karkeran pêk hatiye ne û sendîkaya wan bedelên giran di serdema darbeyê de daye û got ku ew ê her li dijî darbeyê bin û têkoşîna xwe ya li dijî darbeyan bidomînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar