Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Qeyûm malên dîrokî xera dike

Şaredariya Rêya Armûşê ku ji aliyê nifûsê ve navçeya herî mezin a Wanê ye, di 9’ê mijdara 2019’an de bi tayînkirina qeyûm hatibû desteserkirin. Piştre gelek karker ji kar hatin derxistin. Xizmeta ji bo gel hate rawestandin. Şaredariya Rêya Armûşê ya HDP’î bi xizmetên xwe dihate naskirin. Bi taybetî li gel xizmetên xwe yên ji bo karên çandinî û sewalkariyê, bi karên binesaziyê piştgiriyeke xurt ji gel werdigirt. Navçeya Rêya Armûşê ku navçeya navendî ya Wanê ye, ji aliyê avahiyên dîrokî ve herêmeke dewlemend e. Li navçeyê gelek avahiyên dîrokî yên Wanê hene.

Malên kevnar ên Wanê herî zêde yek qatî yan jî du qatî ne û bi giranî bi kerpîç û text hatine çêkirin. Zivistanê germ in, havînê jî hênik in. Ev malên kevn ên Wanê bi giranî qada Bajarê Kevn ê Wanê bûn ku sê aliyên xwe bi sûr girtî ye û li başûrê Keleha Wanê ya dîrokî ne. Piştî ku bajarê Wanê yê berê hate hilweşandin, ev malên dîrokî hemû hatin hilweşandin. Herî dawî qeyûmên AKP’ê li van malên dîrokî yên bi hezaran sal rabirdûya xwe heye hat xezebê.

Gelek ji van malên kevnar ji aliyê qeyûm ve bi gotina ‘avahiyên beradayî’ hatin hilweşandin. Tê gotin li şûna yên mayî jî wê avahiyên bilind bên çêkirin. Şêniyekî herêmê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku li taxê berê bi dehan malên dîrokî hebûn û ragihand ku nihali şûna van malan avahiyên bilind tên çêkirin, li şûna ku ev avahiyên dîrokî bên parastin, ji aliyê qeyûm ve tên hilweşandin û pêşkêşî alîgir û muteahhîtên xwe tên kirin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar