Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Ji 112 girtîgehan rapora binpêkirina mafan

Komeleya Di Pergala Cezayê Înfazê ya Civaka Sîvîl De (CÎSST) rapora gilî û gazinên girtiyan ên di navbera 1-15’ê îlonê de ji girtîgehan hatine raporek amade kir û rapora ku têkildarî binpêkirina mafan ên 112 girtîgehên cuda ne aşkera kir. Rapor balê dikişîne ser pirsgirêk û binpêkirina mafan ên li girtîgehan. Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehan kapasîte tije ye, li qawişên qerebalix nivîn nêzî hev in û nahêlin girtî li qadên hevpar û xwaringehan werin cem hev.

Di raporê de hat gotin ku li gelek girtîgehan şertên paqijiyê tên piştguhkirin û li girtîgehan kêm dezenfekte tên kirin û dema girtî diçin hevdîtina telefonê maskeyan nadin wan û kelûpelên paqijiyê bêpere nayên dayîn. Di raporê de her wiha tê destnîşankirin ku bi awayekî têrkirî destûr nayê dayîn û ji ber şibakeyên qawişan biçûk in û bêhna qawişan nayê stendin û li lavaboyan kelûpelên paqijiyê nîn in û gelek caran av tê birîn.

Pirsgirêka ragihandinê

Di raporê de hat diyarkirin ku mafê agahîstendinê yên girtiyan tên astengkirin û pêdiviyê hin girtiyên li girtîgehên cuda yên rojname, radyo, televîsyon û pirtûkan nayê temînkirin û radyoyên girtiyan ên heyî jî tên desteserkirin.

Pirsgirêka xwarinê

Di raporê de kêşeyên têkildarî xwarinê jî wiha hatin rêzkirin: “Li hin girtîgehan xwarina bêqalîte û kêm didin girtiyan. Xwarin paqij nîne. Nanên biçûk didin girtiyan. Xwarin têra girtiyan nake. Ji ber xwarin kêm û nepaqij e girtî neçar dimînin ji kantînan pêdiviyên xwe temîn bikin. Tiştên ji kantînan dikirin jî biha ne û cureyên van tiştan hindik in. Xwarina diyetê nayê dayîn û dema xwarinê didin jî nexweşînên girtiyan tên piştguhkirin. Xwarina nepaqij, kêm jî dibe sedama nexweşînan.”

Di dawiya raporê de derbarê binpêkirina mafan û serlêdanan de gelek xal hatin rêzkirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar