Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Asayîşa Silêmaniyê Konsera Yekitiya Neteweyî asteng kir

Rêxistina Niwêger a ji bo Geşepêdana Hunerê li navenda xwe ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Asayîşa Silêmaniyê Konsera Yekitiya Neteweyî ya ku dê sibe bihata lidaxistin asteng kir.

Daxuyanî ji aliyê Kara Mihemed ve hate dayîn. Kara Mihemed aşkera kir ku her çiqas destûr ji Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê û Walîtiya Silêmaniyê standine lê Asayîşa Silêmaniyê bi hincetên bêbingeh rê nade konser pêk were û got ku bi pirsgirêkên siyasî ve girê didin.

Kara Mihemed aşkera kir ku tev li pirsgirêkên siyasî nabin û erka xwe ya neteweyî pêk tînin.

Rêxistina Niwêger ya ji bo Geşepêdana Hunerî astengiya Asayîşa Silêmaniyê şermezar kir û ragihand ku ev yek ji dewleta tirk a faşîst û dagirkerên Kurdistanê re xizmetê dike û ragihand ku dê konserê betal nekin û di demek din de lidar bixin.

Hêjayê bi bîr xistinê ye 4 hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê ‘Nasir Rezazî, Mizgîn Tahir, Şîlan Osman û Kawa’ dê ji bo yekitiya neteweyî li Silêmanî, Ranye û Kelarê di 20’ê îlonê de konser bidana. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar