Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê di 20’ê Îlona 2018’an de, li bajarê Hewlêr di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, di salvegera wefata xwe ya 2’yemîn de li ser gora xwe ya li Goristina Nato ya Sîwerêgê ji aliyê rêheval û heskiriyên xwe ve hat bibîranîn. Malbata Ayhan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahmût Tûrgrûl, Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Feleknas Ûca, Nusrettîn Maçîn û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, li ser gora Ayhan axivî û wiha got: “Rêheval Îbrahîm, ji rêwîtiya xwe ya demokrasiyê, azadî û aştiyê qet dûr neket. Her tim ev rêwîtiya xwe dewam kir. Herî dawî ji ber şerê qirêj û faşîzmê sîrgun kir. Wî jî mîna bi sedan hevalên xwe, ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest da. Em li vê derê carek din dibêjin, em ê têkoşîna wî dewam bikin.”

Piştî axaftina Aydenîz, girseyê qerenfîl danî ser gora Ayhan û kesên beşdarî bîranînê bûn çûn serdana malbata Îbrahîm Ayhan. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar