Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Doza Kemal Kûrkût 5 deqe berdewam kir!

Danişîna 11’emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ku di Newroza 2017’an de ji aliyê polîsê bi navê Y.Ş. ve hat qetilkirin, li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Polîsê bersûc û parêzerên xwe tev li danişînê nebûn. Parêzerên malbata Kûrkût Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin, Serdar Çelebî, Sîdar Avşar, Mehmet Oner û Mûhlîs Ogûrgul li danişînê amade bûn.

Beriya danişînê, polîsan ji ber Edliya Amedê heta qorîdaro eywana dadgehê bi awayekî awarte bergiriyên ewlehiyê girtin. Polîsan, bi hinceta pandemiyê parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosûn û rojnamegerên ku xwestin danişînê bişopînin, negirtin eywana danişînî.

Dozgeriyê mütalaa xwe dubare kir

Piştî destpêkirina danişînî serokê dadgehê, diyar kir ku ji ber guhertina heyete wê biryar neyê dayîn û bersûc di daxwaznameya xwe ya ku di 26’ê hezîranê de pêşkêş kiriye de, derbarê bûyerê de daxwaz kiriye ku ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan rapora pispor bê xwestin.

Dozger jî mutalaaya xwe ya danişîna beriya niha dubare kir û ji ber sûcê ‘bi zanebûn bûye sedema mirinê’ ji polîsê bersûc Y.Ş. re ji 3 salan heta 9 salan cezayê girtîgehê xwest.

Di danişîna ku 5 deqe berdewam kir de parêzeran parastinên xwe yên danişînên din dubare kirin û diyar kirin ku li dijî mutalaaya derbarê esasê de hatiye dayîn jî di danişîneke din de parastinê bikin.

 Dê biryar di 17’ê mijdarê de bê dayîn

Heyeta Dadgehê, ji ber guhertina heyete ji bo ku biryar bê dayîn danişînê taloqî 17’ê mijdarê kir.

Balkêş bû piştî danişînî polîsan zifta danişînê girtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar