Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Şehîd Rustem Cûdî hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan li Şehîdgeha Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dêrikê, ji bo bîranîna Rustem Cûdî (Rustem Osman) û şehîdên têkoşîna azadiyê merasîmek li dar xist.

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim, endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulkerîm Saroxan, hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Îsmet Şêx Hesen û nûnerên partiyên siyasî û şêniyên Dirbêsiyê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de Enwer Muslim axivî û diyar kir ku ev neh sal e Rustem Cûdî şehîd bûyer lê hê jî di nav wan de dijî.

Muslim da zanîn ku piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û pêkanîna projeya neteweya demokratîk di navbera pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de, ragihandina Rêveberiya Xweser, tiştekî asayî bû ku hêzên dijber di serî de AKP êrîşî herêmê bike û gelên wê bike hedef û wiha got: “Çeteyên ku dewleta tirk ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk bi kar anîne, Cebhet El-Nusra, DAIŞ û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê hemû li hemberî vîn û hêza pêkhateyên herêmê bi bin ketin.”

Di axaftina xwe de Muslim behsa şerê taybet ê ku dewleta tirk li herêmê dimeşîne, kir û ev tişt anî ziman: “Li hemberî vî şerê taybet divê em asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Armanca me rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî ji dewleta tirk a dagirker e, mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û hemû herêmên dagirkirine.”

Muslim di dawiya axaftina xwe de şehîd Rustem Cûdî û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna civakeke demokratîk û azad da.

Paşê li ser navê malbata şehîd Rustem Cûdî birayê wî Xelîl Osman axivî û bixêrhatina beşdarên merasîmê kir û wiha got: “Em bejna xwe li hemberî giyanê şehîdan ditewînin. Şehîd Rustem Cûdî ji bo azadiya gelê xwe û ji bo bi rûmet bijî canê xwe feda kir.”

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû. DÊRIK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar