Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin

Navenda Nûçeyan |

Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji ber binçavkirin û girtina siyasetmedarên HDP’ê çûn serdana Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê. Hevserokên HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci û rêveberên HDP’ê şandeya ÎHD’ê pêşwazî kirin. Piştî serdanê daxuyanî hat dayîn.

Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku binçavkirin û girtin ne hiqûqî ye û wiha got: “Dema meriv di warê mafên mirovan de lê dinêre mafê azadî, hilbijartin û hilbijêr hatiye binpêkirin. Ev operasyon tenê ne li dijî HDP’ê pêk hatiye. Îradeya dengê xwe dane Hevşaredarên Qersê xistine bin zextan. Îradeya bi milyonan însan di bin zextan de ye.”

‘Xebatên me dê bidomin’

Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût jî destnîşan kir ku Qanûna Bingehîn û Meclis bêfonksiyon hatiye hiştin û ev tişt anî ziman: “Em dikarin bi têkoşîna hevpar û bi hev re van astengiyan li pêşiya xwe rakin. Em bêdeng û bi tenê nîn in. Her roj piştevaniya ji bo me zêdetir dibe. Dibe ku hevalên me hatibin girtin lê wê xebat û têkoşîna bidome.”

Weqfa Aştiyê: Nêçîra pîrebokan

Weqfa Aştiyê jî têkildarî binçavkirin û girtinan daxuyaniyek nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku HDP 4 sal in bi ‘nêçîra pîrebokan’ re rû bi rû maye û ev binçavkirin û girtin bi fermana siyasî pêk tê.

Wan

Platforma KESK’a Wanê jî têkildarî operasyonên li dijî HDP’ê li avahya xwe civîn li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Egîtîm Senê ya Wanê Mûrat Atabay daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê jî bi her awayî li dijî girtin, dûrxistina ji wezîfeya HDP’iyan û qeyûman bisekinin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar