Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dema binçavkirina rojnamegeran hat dirêjkirin

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) ya Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala, belavkarên berê yên Rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem û Fehîm Çetîner duh di ser girtinên malên xwe de hatibûn binçavkirin. Polîsan bi ser buroya MA’yê ya Wanê de jî girtibû û alavên teknîkî desteser kiribûn. Ajansa Mezopotamya bi hewldana nûçegihanên xwe Cemîl Ûgûr û Adnan Bîlen avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkopterê piştrast kiribûn û kiribûn rojeva raya giştî.

Dema binçavkirina rojnamevanan 4 rojên din hat dirêjkirin. Her wiha dozgeriyê biryara “nepeniyê” danî ser dosyeya lêpirsînê.

Cîgirê Hevserokatiya HDP’ê Umît Dede yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan berpirsiyar e çû Miduriyeta Polîsan a Wanê û tenê destûra wî hat dayîn bi nûçegihan  Cemîl Ûgûr re hevdîtinê bike.

Dede diyar kir ku bi Cemîl Ûgûr re hevdîtin kiriye û li ser pêya rojnamevanên din jî dîtiye û got ku rewşa rojnamegeran baş e.

‘Em ji ber nûçeya helîkopterê hatin binçavkirin’

Dede tiştên Ûgûr jê re qal kiriye wiha vegot: “Sedema vê operasyonê ya esasî ew e ku têkildarî nûçeyên avêtina her du welatiyan a ji helîkopterê ye. Her wiha têkildarî nûçeyên kuştina welatiyên li ser sînor e. Dîsa nûçeyên êrîşên nijadperest ên li dijî karkerên kurd e. Ji ber em bi wêrekî û di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de bi ser van bûyeran ve çûn, niha me didarizînin. Divê raya giştî binçavkirina me wisa dizanibe. Têkildarî van nûçeyên me çêkirine sûcek û delîlên sûc tune ne. Di lêgerînên li mal û ajansê de kirin ji bilî materyalên têkildarî naveroka nûçeyan dest danenîn ser tu tiştên din.”  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar