Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Qurbaniyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn

Malbatên kesên di Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û nûnerên rêxistinên demokratîk di derketina metroya Ûlûsê de kom bûn û xwestin biçin Meydana Garê ya ku komkujî lê pêk hatibû. Lê polîsan destûr neda û êrîşî rêxistinên girseyî yên demokratîk kirin.  Polîsan di êrîşî de 11 kes bi lêdanê binçav kirin.

Rêxistinên girseyî dûre li hev kom bûn. Polîsan vê carê jî, bi hinceta ‘pandemiyê’ bê navbera anonsa belavbûnê ji bo rêxistinên girseyî kirin. Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ku destûr ji bo wan nehat dayîn biçin Meydana Garê, di derketina Metroya Ûlûsê de rê li trafîkê girtin û bê navber dirûşmên ‘Qatil DAIŞ, hevkar AKP’ û ‘10’ê Cotmehê ji bîr neke, ne de ji bîr kirin’ berz kirin.

Bîranîn li ber Metroya Ûlûsê hat lidarxistin

Girseya ku xwest biçe Meydana Garê û rastî astengiya polîsan hatin, di derketina metroya Ûlûsê de, yek bi yek navên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan qîriyan û bîranîn li dar xistin. Girseya ku navê 103 kesan bi hev re qîriyan, dûre qerenfîl danîn ser pankarta ‘10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede ji bîr kirin’ nivîsandibû.

Rêxistinên girseyî yên demokratîk piştî bîranînê belav bûn.  ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar