Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cumartesi - 22 Şubat 2025

Li Ewropayê seferberiya şoreşger hate destpêkirin

Navenda Nûçeyan |

Ji bo xwedîlêderketina pêngava şoreşger HBDH û KBDH’ê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de alayên HBDH, Partîzan, MLKP, TKEP-Lenînîst, TÎKB , DKB û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Çalakger li qada Kleberê kom bûn û li ser navê çalakgeran daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em seferberiya têkoşînê ya HBDH’ê bi şîara ‘Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixînin’ bi coşa xwe ya şoreşgerî silav dikin.

HBDH û KBDH banga serhildanê li me dike. Ev şer li dijî faşîzmê ye. Ev şerê azadiyê ye.

Dema me got aştî bombe li ser me barandin, me got demokrasî em grtin. Îşkence li gelê me kirin û ji helîkopterê avêtin. Êdî bes e, em jî dixwazin wekî mirovan bijîn.

Em bi banga Şoreşa Yekgirtî radibin ser pêyan. Şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê bûn yek û rêya azadiyê nîşanî bindestan dide. Astengiya mezin a rê li ber azadiyê digire, faşîzm e. Em ê faşîzmê hilweşînin. Em ê bi wan re bazariyê nekin. Ew bi tenê zimanê çalakger dizanin, em ê jî bi zimanê kolanê desthilatdariya wan hilweşînin. Êdî em ê nesekinin û daxwaz nekin. Em ê zend û bendan badin û çi tiştên me yên di destê wan de hebe, em ê ji wan bistînin.

Em ê faşîzmê hilweşînin! Azadiyê bi dest bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar