Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Di 4 mehan de 4 hezar û 536 binpêkirinên mafan qewimîne

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora binpêkirinên mafan a mehên gulan, hezîran, tîrmeh û tebaxê ya bajarên Herêma Egeyê bi raya giştî re parve kir. Binpêkirinên mafan ên li bajarên Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Manîsa, Ûşak, Afyon, Kutahya, Antalya, Bûrdûr, Mûgla, Balikesîr û Ispartayê di raporê de cih digirin. ÎHD’ê ji bo aşkerakirina raporê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Serokê ÎHD’ê parêzer Zafer Încîn raporê aşkera kir.

Încîn diyar kir ku wan raporê ji agahiyên çapemeniya herêmî û netewî, serlêdanên ji bo komeleya wan, nameyên girtiyan ji girtîgehan şandine, serlêdanên malbatên girtiyan bo wan hatine kirin raporê amade kirine û anî ziman ku li Herêma Egeyê bi giştî 187 binpêkirina maf a binçavkirinê qewimîne.

Încî da zanîn ku li herêma wan bi giştî 197 binpêkirinên mafan ên tundiya li ser jinan qewimîne û 62 zarok jî bi bin pêkirina mafan re rûbirû mane.

Încîn bal kişand ser rewşa penaberan û got li Herêma Egeyê di nava wan çar mehan de 3 hezar û 414 binpêkirina mafê penaberan qewimiye û ragihand ku li qada jîngeha kedê jî 263 binpêkirinên mafan pêk hatine.

Li girtîgehan rewş xerab e

Încîn destnîşan kir ku li girtîgehên li Herêma Egeyê her ku diçe rewşa girtiyan nebaş dibe û her cûre mafên wan tên binpêkirin û di nava wan çar mehan de li girtîgehên Herêma Egeyê 158 binpêkirinên mafan rû dane.

Her wiha Încîn bal kişand ser binpêkirina mafê hawîrdorê jî û got ku li gelek deverên herêmê xweza tê talankirin û destnîşan kir ku di meha gulanê, hezîranê, tîrmehê û tebaxê de li Herêma Egeyê bi giştî 4 hezar û 536 binpêkirinên mafan qewimîne.  ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar