Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cuma - 14 Şubat 2025

Malbatê cenazeyê keça xwe xwest

Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan De Winda Kirin (MEBYA-DER) derbarê nedayîna cenazeyên endamên PKK’ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Goristana Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên MEBYA-DER û malbata Hatîce Gunduz a PKK’yî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Destpêkê Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag axivî. Karadag bi bîr xist ku ji Şêx Seîd heta niha bi salan e sedan gorên gelê kurd winda ne, cenaze nedane malbatan û wiha got: “Hem îşkence li ser cenazeyan dibe hem jî gorên wan xerab dibin. Naxwazin goreke malbatan çêbibe ku biçin ser fatihayekê bixwînin. Em dixwazin êşa dayika rojek berî rojekê bi dawî bibe û bigihijin hestiyên zarokên xwe. ”

‘Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin’

Dûre dayika Hatîce Gunduz a PKK’yî ku di sala 1996’an de li navçeya Qislê ya Dêrsimê şehîd bû û gora wê li wê derê hatiye definkirin, Mewlude Gunduz axivî. Gunduz diyar kir ku keça wê bi 10 hevalên xwe re şehîd bûye û ev tişt anî ziman: “Şaredariyê wan li wir defin kiriye. Hemû keçên min in. Parçeyek jî be ez dixwazim goreke keça xwe çêbikim. Ev mafê me ye. Gereke em li zarokên xwe xwedî derkevin. 10 gor li ba hev in lê ji min zêdetir malbatên wan nediyar in. Ez dixwazim malbatên wan jî werin li keçên xwe xwedî derkevin. Çavên wan li rêya me ye.”

Gunduz ji rayedarên dewletê xwest ku ji bo testa DNA’yê xwîn ji wan were girtin, gor werin vekirin û hestiyên zarokên wan bidin ku goreke wan hebe. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar