Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dewleta tirk li Efrînê sivîlek kuşt û organên wî dizîn

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihandin ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyekî ji gundê Kurzêlê kuştiye û organên laşê wî dizîne

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî şêniyên Efrînê didomînin. Tîmên tenduirstiyê yên ku di nexweşxaneyên dagirkeriyê de li Efrînê kar dikin, şêniyê bi navê Mehmûd Îbo yê ji gundê Kurzêlê yê kantona Efrînê kuşt.

Li gorî çavkaniyan, Mihemed Mehmûd Îbo (57) bi sermayê ketibû lê tîmên tenduristiyê yên dagirkeriyê îdia kirine ku Îbo bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketiye û ew birine nexweşxaneya leşkerî.

Malbat piştî rojekê ji bo ku rewşa Îbo bizanibe serdana nexweşxaneyê kirine lê çeteyan ji malbatê re gotine Îbo miriye û cenaze radestî wan nekir.

Çavkaniyan piştrast kir ku dewleta tirk a dagirker nexweşxaneya leşkerî ya berê li Efrînê, kiriye cihê qetilkirina sivîlan. Bi zanabûn derziyê jehrê dide nexweşan û organên (lebatê) wan didizin û piştre difiroşin.

Li navçeya Cindirêsê jî, çeteyên bi navên ‘Polîsên Sivîl’ ên çeteyên Semerqend di 27`ê Mijdarê de 4 sivîl ji navçeyê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Çeteyan ji bo serbestberdana sivîlan fîdye xwest.

Navên şêniyên revandî wiha ne: Ekrem Nebo (40), Zaîm Mihemed Mihemed (40), Xelîl Henan Xilo û Hisên Silêman Mewas yên ji gundê Kefersefrê.

Çeteyan bermaberî serbestberdana her sivîlekî 800 hezar lîreyên Sûriyeyê fîdye xwestin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar