Li Wanê, pêkhatiyen Tevgera Jinên Azad (TJA), xwestin bûyera destdirêjiyê ya li navçeya Kercewsê ya Êlihê ku ji aliyê 27 kesan ve ku di nav wan de polîs û çawişên pispor jî hene li dijî zarokeke 15 salî pêk hatiye, şermezar bikin. Girseya ku di nav wan de aktîvîstên TJA’yê, parlamentere HDP’ê yê bajar Mûrat Sarisaç û rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û bajar jî hebûn ji bo şermezarkirinê li ber avahiya HDP’ê ya Wanê li hev civiyan.
Polîsan girseyê dorpêç kir û piştî ku heqaretê li parlamenter Sarisaç kir û bi çoyan mudaxaleyî girseyî kir. Nûçegîhanên ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê ku van kêliyan kişandin ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin û ji qadê hatin dûrxistin. Her wiha polîsan xwest kamera û wênekêşên rojnamegeran jî desteser bikin. WAN