Greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin, di roja 14’an de bi koma 3’yemîn didome. Li gel berxwedana mezin a li girtîgehan binpêkirin jî zêdetir bûne.
Ji girtiyên siyasî Gurbet Ceyla û Leyla Saraç li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê çalakiya grevê didomînin, ragihandin ku dê grevê bi biryardarî bidomînin û bal kişandin ser binpêkirinên li dijî wan tên kirin.
Li gorî agahiyên girtiyan, di 26’ê mijdarê de ji bo girtî Sîbel Kaya, Nûrcan Ersoz, Ayfer Başlig û Mûlkiye Dogan ên stranên kurdî distiriyan û li cihê bêhnvedanê govend gerandine, rêveberiya girtîgehê lêpirsîn derbarê wan daye destpêkirin û bi hinceta ‘govend gerandin, bi zimanekî neyê famkirin stran stirîn’ piştre ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi guherandina ‘dirûşim qîrkirin û govend gerandin’ cezayê ‘peywendiyan’ li girtiyan birîn. ENQERE