Navenda Nûçeyan
Du bi şev saet 22’an de hêzên PDK’ê li nêzî gundê Sêgirkê yê girêdayî Amediyê li dijî gerîlayên HPG’ê êrîşek pêk anîn. Di vê êrişê de ku hêzên PDK’ê kir, 3 gerîlayên HPG’ê bi giranî birîndar bûn. HPG’ê hîn daxuyaniyeke fermî nedaye.
Ev êrîş di demeke wisa de hate kirin ku PDK bi hevkariya dewleta tirk hêzên xwe yên çekdar vediguhezîne qadên gerîla û ji ber vê yekê jî alozî mezin bûye.
Piştî daxuyaniya Mesrûr Barzanî…
Balkêş e ku êrîş di wexteke welê de hate kirin ku rayedarên PDK’ê ji çalakiyên protestoyî yên karker û karmendên nikarin mûçeyên xwe werbigirin PKK’ê sûcdar dike û Şengalê ji nû ve dikin hedef.
Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 9’ê kanûnê têkildarî çalakiyên protestoyî daxuyaniyek dabû, di dema vê daxuyaniyê de Şengal ji nû ve kiribû hedef û bêyî ku belgeyekê nîşan bide îdîa kiribû ku hêzên PKK’ê bi rengekî ‘hîn qelebalix vegeriyane Şengalê’.
Li başûrê Kurdistanê bi taybetî ji destpêka meha mijdarê ve sewqiyata ber bi qadên gerîla, hewldanên êrîşê û alozî zêde bûne.
Di 4’ê mijdarê de li nêzî gundê Bêdadê yê nehiya Çemankê, li dijî kampa gerîlayên HPG’ê ji du baskan ve hewl hatibû dayîn ku operasyonekê bikin.
Di daxuyaniya HPG’ê de hatibû ragihandin ku li gel vê hewldana êrîşê jî wan çek bi kar neanîne û ji bo hişyarkirinê teqemenî bi wesayiteke zirxî ve teqandine. Di heman daxuyaniyê de hatibû gotin “Em naxwazin şer bikin, em vê yekê bi rengekî aşkera dibêjin.”
Daxuyaniya Mesût Barzanî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî roja 4’ê mijdarê daxuyaniyek dabû û bi taybetî bal kişandibû ser daxuyaniya Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û PDK di mijara ‘nêta şer’ de hişyar kiribû.
Barzanî di daxuyaniya xwe de ya meha mijdarê de îdîa kiribû ku PKK’ê li xeta sînor ‘hin herêm dagir kiriye’ û ji êrîşên dewleta tirk, ji komkujiyên dewleta tirk, ji nekirina xizmetguzariyê ji bo gundan û valakirina gundan PKK berpirsyar nîşan dabû û xwestibû ji van herêman vekişe.
Baregehên leşkerî hatin avakirin, bi dehan sivîl hatin kuştin lê li ber ranebûn!
Heman Barzanî û rayedarên PDK’ê li hemberî êrîş, dagirker û komkujiyên ku dewleta tirk li dijî sivîlan dike, her wiha di mijara bi dehan baregehên leşkerî yên artêşa tirk de nerazîbûnek nîşan nedaye.
Baregehên leşkerî yên ku dewleta tirk di salên 1990’î de bi destûra PDK’ê li başûrê Kurdistanê ava kir, salên dawî qat bi qat zêde bûn. Di sala 2020’î de baregehên leşkerî, karên îstîxbaratê, valakirina gundan û qadên dagirkirî zêde bûn. Li başûrê Kurdistanê di halê hazir de 40 baregehên leşkerî yên dewleta tirk hene. Her wiha dagirkeriya aborî ya li herêmê jî divê li vê yekê bê zêdekirin.
Li gorî rêxistina civaka sivîl a bi navê Chrîstîan Peacemaker Team, ji sala 2015’an ve herî kêm 97 sivîl ji ber êrîşên tirk jiyana xwe ji dest dan, derdora 100 kes jî birîndar bûn. Her wiha herî kêm 126 gund bi temamî hatin valakirin û gef li 500 gundî tê xwarin.
KCK’ê nerazîbûn nîşanî Barzanî da
Di rewşeke wiha de KCK’ê ragihand ku daxuyaniya Barzanî tê wateya “mafdarkirina êrîşkariyê” û ev hişyarî dabû: “Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî di daxuyaniya xwe de hincetên ji bo veguhastina hêza leşkerî ber bi qadên gerîla û dorpêçkirinê xistibû rêzê. Bi vî rengî nîşan da ku nêta wan heye ku li dijî PKK’ê şer bikin, her wiha xwedî biryareke bi vî rengî ye û li zemîn û firsendekê digerin ku vê nêta xwe bi cih bînin.”
Di daxuyaniya KCK’ê de hatibû gotin “Tu zîhniyet, nêt, helwest û biryareke me nîne ku em li dijî PDK’ê yan jî hêzeke din a kurd şer bikin” û ji bo daxistina aloziyê bang hatibû kirin.
Karayilan: Destkeftî dê bikevin metirsiyê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan jî 25’ê Mijdarê di bernameyeke taybet a Stêrk TV de destnîşan kiribû ku ew tu carî naxwazin di nava kurdan de şer rû bide û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê helwesta xwe nîşan dabû.
Karayilan her wiha hişyarî dabû û gotibû, ‘Fikrê me bi vî rengî ye. Em di vê fikra xwe de israr dikin, ji ber ku di vê dema dîrokî de şerekî navxvweyî wê ji aliyê stratejî ve bi gelê kurd bide windakirin. Destketiyên heyî wê bikevin metirsiyê. Şerê navxweyî projeyeke dewleta tirk e’ û bang li kurdan kiribû ku di vê demê de hişyar bin û tiştekî ji dijmin hêvî nekin.
Çalakiyên şermezarkirinê
Ji aliye din ve piştî êrîşa hêzên PDK’ê ya li dijî gerîla kurdên li Ewropayê li gelek deveran daketin qadan û êrîşê PDK’ê şermezar kirin.