Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

HPG: PDK’ê gule li wesayîtên gerîla reşand

HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên PDK'ê roja 13'yê kanûnê li du wesayîtên gerîla reşandine û di encama van êrîşan de 3 gerîla birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşa 13’yê kanûnê ya li dijî gerîla hate kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“13’yê kanûnê serê sibehê saet di 10:00 de li nêzî gundê Reşankê yê nehiya Zawite ya navçeya Duhokê, hêzên taybet ên PDK’ê wesayîtek rawestand ku tê de hevalên me û endamên rêxistineke dost tê de bûn. Hêzên PDK’ê ku dîtin ên di hundirê wesayitê de gerîla ne, bi rengekî giran gule li wesayitê reşandin.

13’yê kanûnê danê êvarê saet di 20:30’î de, li herêmek navbera gundên Kanê û Sergelê yên navçeya Amediyê ku bi salan e wesayitên me lê diçin û tên, wesayiteke me ya di rê de bû ji aliyê wesayitên zirxî yên bi çekên giran ên PDK’ê ve hate dorpêçkirin. Wesayita me bêyî bisekine rêya xwe dewam kir lê hêzên PDK’ê bi dijwarî gule lê reşandin. Li ser vê yekê şer qewimî û di encamê de 3 hevalên me birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.

Aşkera ye ku biryar dane bi rêk û pêk pêşî li wesayitên me bigirin, wesayîtên me bikin hedef. Bûyerên ku qewimîne ji ber vê êrîşkariyê ye. Berpirsyariya van bûyeran li stuyê yên ku ev êrîş plan kirine û bi cih anîne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar