Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Dadgehê 22 sal ceza li hevseroka KCD’ê Guven birî

Dadgehê derbarê hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi îdiaya ‘rêvebera rêxistinê ye’ 22 sal û 3 meh ceza birî û her wiha biryara girtinê jî da

Danişîna doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku bi hinceta axaftinên wê yên cuda û dij derketina şerê li Efrînê tevahiya doznameyên wê kirine yek û ji 18 sûcên cuda tê darizandin dest pê kir. Danişîn dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê tê lidarxistin. Leyla Guven beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wê Cemîle Turhalli Balsak û Serdar Çelebî di danişînê de amade bûn.

Dozger xwestibû ku Guven bi îdiaya sûcên wek ‘Rêxistinê ava kiriye û birêve biriye’, ‘endama rêxistinê ye’, ‘Xelkê tev li civîn û meşên xwepêşandanan ên dij qanûnî kiriye’ û ‘bêsîleh beşdarî meşên dij qanûnî bûye û tevî hişyariyê jî belav nebûye’ were cezakirin.

Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê navberek kurt da danişînê. Şandeyê pişt re biryara xwe aşkera kir û 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Guven birî. Her wiha şandeya dadgehê biryara girtina jî derbarê Guven de da. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar