Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Berxwedana zindanan hat silavkirin

HDP'a Amed û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr, berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê silav kirin 

HDP’a Amedê û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li zindanan a ji bo rakirna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê daxuyaniyek dan. Polîsên rejîma tirk dor li girseya gel girtin.

Cîgirê Hevserokên HDP’ê yê Amedê Îrfan Soner daxuyanî da û diyar kir ku salên dawî li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan gihîştiye asteke bilind, li hemberî girtiyan kiryarên li dijî mirovahiyê tên kirin.

Soner anî ziman ku ew xwedî li greva birçîbûnê ya li zindanan derdikevin ku li dijî zext û zordariyê, li dijî polîtîkaya tecrîdê tê meşandin.

Her wiha Soner destnîşan kir ku bi dawîkirina terîdê wê pêşî li aştî, çareserî û aramiyê vebe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi navê HDP û rêxistinên civakî yên sivîl dibêjin ku daxwaza girtiyên siyasî daxwaza me ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar