Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li Afganistanê parêzvana mafên jinan hat kuştin

Li bakurê paytexta Afganistan Kabûlê êrîşkarên bi motorsîklet, parêzvaneke mafên jinan Freşta Kohistanî û birayê wê kuştin

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a AfganistanêTarik Arîan ragihand ku parêzvana mafê jinan Freşta Kohistanî ya 29 salî li bajarokê Kohistanê yê wîlayeta Kapîsayê ji aliyê kesên nenas ên li ser motorsîkletê hat kuştin. Hat ragihandin ku êrîş 24’ê kanûnê hatiye kirin.

Waliyê Kapîsayê Abdul Latîf Mûrad ragihand ku sûîqest li nêzî mala Freşta Kohistanî pêk hat û di êrîşê de birayê wê hatiye kuştin. Heta niha kes berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Freşta Kohistanî di hilbijartinên dawî de li dijî rêveberê berê yê afgan Abdullah Abdullah kampanya dimeşand û li medyaya dîjîtalê ji aliyê girseyeke berfireh ve dihat şopandin. Kohistanî li paytext Kabûlê aktîvîteyên bi rêk û pêk ên civaka sivîl li dar dixist û mafên jinan destnîşan dikir.

Serkêşê danûstandinên aştiyê yên hikûmetê bi Talîbanê re Abdullah Abdullah li ser Facebookê daxuyaniyek da û ji bo Freşta Kohistanî wiha got: “Aktîvîsteke wêrek bû. Nayê qebûlkirin ku kuştinên bi vî rengî dewam bike.”

Kohistanî ku dayika zarokekê bû, çend roj beriya bê kuştin li ser Facebookê parvekirinek kiribû, diyar kiribû ku gef lê tê xwarin û ji rayedaran xwestibû ku wê biparêzin. KABÛL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar