Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Seroka Koma Tevgera Goran bertek nîşanî girtina Leylayê da

Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Gulistan Seîd, di derbarê girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de got: “Bi girtin û îşkenceyê nikarin pêşî li têkoşîna jina kurd a di siyasetê de bigrin. Leyla mînaka jina azad a kurd e

Navenda Nûçeyan

Nerazîbûnên li dijî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven her ku diçe zêde dibin. Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Gulistan Seîd wiha got: “Girtina Leyla Guven binpêkirina pîvanên demokrasî û mafên mirova ne. Ev kiryarên dewleta tirk berovajî propaganda wê ya ku dibêje li Tirkiyeyê demokrasî heye.”

Gulistan Seîd, Leyla Guven wek mînaka jina azad a kurd bi nav kir û wiha domand: “Leyla Guven yek ji têkoşerên netewa me ye ku ji bo bidestxistina mafên mirov di girtîgehê de demek dirêj ket greva birçîbûnê. Lê li şûna ku piştgiriya jinên wisan were kirin, berovajî astengî jêre tên derxistin û tên cezakirin.”

Gulistan Seîd destnîşankir ku wê bi girtin û îşkenceyê nikaribin pêşî li têkoşîna jina kurd a di qada siyasetê de bigrin. Wê bi dehan jinên din ên kurd têkoşîna Leyla Guven berdewam bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar