Siyasetmedarê kurd Şerafettîn Elçî di 25’ê kanûna 2012’an de dema li Enqereyê li nexweşxaneyek dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest dabû. Salvegera 8’emîn a koça dawî ya Elçî ye. Malbata Elçî û rêveberên HDP’ê li ser gora Elçî ya li Goristana Cizîrê bîranîn li dar xist û ew bi bîr anîn. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî, ferdên malbata Elçî û rêveberên HDP’ê beşdarî bîranînê bûn û qerenfîl danîn ser gora Elçî.
Nûşîrevan Elçî di bîranînê de axivî û diyar kir ku Elçî di pêvajoyek ku herî zêde pêdiviya kurdan pê hebû koça dawî kir û niha ew bêtir nebûn û kêmasiya wî ferq dikin.
Parlamenter Hasan Ozguneş jî axivî û anî ziman ku bi boneya Elçî ji bo têkoşîna gelê kurd bedel daye ew ‘şehîdê azadiyê ye’ û ji zarokatiya xwe ve têkoşiyaye û gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Ozguneş destnîşan kir ku aramanca herî mezin a rehmetî Elçî ew bû ku yekitiya neteweyî ya kurd pêk were û têkoşîna wî rêya wan ronî kiriye.
Desteya Rêveberiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî têkildarî salvegera 8’emîn a koça dawî ya Şerafettîn Elçî de daxuyaniyek nivîskî belav kir û Elçî bi bîr anî. HDP’ê destnîşan kir ku kesayet û sekna Elçî her tim ji bo wan bûye îlham û dê xeyalên wî pêk bînin. ŞIRNEX