Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ciwanan berxwedana li Eyn Îsayê bi meşeke silav kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê û ciwanên Minbicê, êrîşên dewleta tirk li ser navçeya Eyn Îsayê bi meşekê şermezar kirin

Li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê yê li ser navçeya Eyn Îsayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ya Herêma Firatê, her wiha ciwanên Minbicê meşiyan. Meş bi tevlibûna bi sedan ji endamên ciwan ên ji kampa Eyn Îsayê dest pê kir û li ber baregeha Rûsyayê rawestiya. Di meşê de alênTevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, alên Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa ‘Li zindanan serhildan e, li Eyn Îsayê berxwedan e’ hatin hildan.

Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Jinên Ciwan ên Kobanê Xûnaf Xelîl ve hat xwendin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye: “Dewleta tirk bênavber êrîşî navçeya Eyn Îsayê dike. Di Eyn Îsayê de gelê sivîl bi êrîşan re rû bi rû maye û rojane kiryarên dijmirovî li wir tên kirin. Dewleta tirk û hevkarên xwe bi zanebûn kiryarên şer li herêmê didin meşandin. Armanca dewleta tirk a van êrîşan ew e ku ewlehiya herêmê têk bibe û li şûna wê koçberî bê kirin. Li aliyê din jî dixwazin destkeftiyên şoreşa me binpê bikin û têkoşîna gelê me bişkînin.

Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê û ciwanên Minbicê ji navçeya Eyn Îsayê, berxwedana şervanan silav dikin û piştgiriyê didin wan. Têkoşîna me li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî dê bi ser bikeve. Banga me ji tevahî ciwan, jin û gelê berxwedêr re heye ku li dijî êrîşên dewleta tirk serî hildin. Ji bo em destkeftiyên şoreşê biparêzin û xwedî li axa xwe derkevin, divê em li dijî dewleta tirk bi hev re li ber xwe bidin.” EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar