Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Divê demildest qanûna qeyûman bê vetokirin

ÎHD’ê têkildarî sererastkirina ku rê li ber tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl vedike daxuyanî da û got ku divê demildest qanûn bê vetokirin

Navenda Nûçeyan

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, xwest têkildarî sererastkirina ku rê li ber tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl vedike, li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî bide çapemeniyê. Polisan bi hinceta pandemiyê daxuyaniyê asteng kir. Li gel astengiya polisan jî daxuyanî li Guvenparqê ya li tenîşta meclisê hat dayîn.

Di daxuyaniyê pankarta “Wê rêxistinên sivîl bêdeng nebin û nikarin bên bêdengkirin” vekirin û dovîzên “mafê birêxistinbûnê nayê astengkirin” , “Em wesayeta siyasî naxwazin” û “Sererastkirinê paşde vekişînin” hatin hilgirtin. Parlamenterên HDP’ê  Omer Farûk Gergerlîoglû û Mehmet Ruştu Tîryakî û nûnerên gelek rêxistinên sivîl piştgiriya daxuyaniyê kirin.

‘Bila bê vetokirin’

Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Fatîn Kanat axivî û bertekên hevpar ên rêxistinên sivîl ên li dijî sererastkirinê bi bîr xist û ev tişt gotin: “Qebûlkirina sererastkirinê tê wateya tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl. Em daxwaz dikin ev sererastkirin bê vetokirin û careke din bê nirxandin. Weke rêxistinên sivîl em bang dikin ku xalên têkildarî komele, weqf û berhevkirina alîkariyê bên vekişandin.”

‘Ne dereng e’

Piştî kanat parlamenterên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û Mehmet Ruştu Tîryakî jî axivîn û bertekên xwe yên li dijî sererastkirinê anîn ziman û gotin ku ji bo vetokirina sererastkirinê ne dereng e, dikare bê vetokirin.

Mudaxaleya li rojnamegeran

Daxuyanî bi dûrişmeyên “Rêxistinên sivîl nikarin bên bêdengkirin” û “Em wesayeta siyasî naxwazin” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê dema ku rojnamegeran xwest metna daxuyaniyê bigirin polisan bi anonsan bangî wan kirin û xwestin ku ji hev belav bibin. Ji ber ku rojnamegeran bangê guhdar nekirin û hewl dan metna daxuyaniyê bigirin polisan mudaxaleyî wan kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar